25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Merkel: Divê em pir ji dil sipasiya Hêzên Pêşmerge bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Civîna Parlamentoya Elmanyayê li ser şandina çekan û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ku Rawêjkara Elmanya Angela Merkel têde gotinek pêşkêş kir û got divê em bizanibin ku Pêşmerge bi tenê nikare li hember grûpa radîkal û terorîst raweste, li vir divê pir ji dil em sipasiya Hêzên Pêşmerge bikin, jiber ku ew rola hemû cîhanê dibînin û şerê terorê dikin, ev teror ne tenê liser Kurdan metirsî ye, lê liser Tirkiyê, Urdin, Sûriye, Iraq û herwiha Elmanya û Ewropa û hemû cîhanê metirsî ye.

 

Li Berlîna paytexta Elmanyayê bi amadebûna hemû parlamenter, serokên fraksiyonan û wezîrên kabîneya Angela Merkel, Parlamentoya Elmanya civiya.

 

Angela Merkel di gotarekê de li ser rewşa Kurdistan, Iraq û şerê DAIŞê û metirsiyên wê axifî û bal kişand ser alîkariyên pêwîst û bilez bo parastina koçberan, hêzên leşkerî yên Iraq û Pêşmergeyan û welatiyan yên di jiyaneke metirsîdar de dijîn li Herêma Kurdistanê.

 

Merkel behsa rola Emerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê kir û wiha axifî: “Niha şansekî mezin li ber destê me ye eger em niha bikar neyînîn wê kengî ev şans were bikaranîn? Divê em niha wî şansî bikar bînîn û gelê Kurd û hemû olên din werin parastin, emê bi hemahengî û li ser biryara hikûmeta navendî ya Îraqê alîkariyên xwe ji bo Kurdan berdewam bikin û derdora 50 milyon Euro alîkariyên wek derman, xwarin û pêwîstiyên jiyanê bidin wan û ev têrê nake divê em bizanibin ku Pêşmerge bi tenê nikare li hember grûpa radîkal û terorîst raweste, li vir divê pir ji dil em spasiya Hêzên Pêşmerge bikin, jiber ku ew rola hemû cîhanê dibînin û şerê terorê dikin, ev teror ne tenê liser Kurdan metirsî ye, lê liser Tirkiyê, Urdin, Sûriye, Îraq û herwiha Elmanya û Ewropa û hemû cîhanê metirsî ye.”

 

Rawêjkara Elmanya Angela Merkel, got: “Niha nêzîkî 400 welatiyên Elmanya li nava rêzên çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê şer dikin, gefê li asayişa tevahiya navçeyê dikin, rojek dê bê û ew 400 kes vegerin Elmaniya û êrîşan li ser bajarên Ewropî encam bidin.”

Nûçeyên têkildar