Berdevkê hikûmeta Kurdistanê derbarê qeyrana giranbûna buhayê banzînê diaxive

Hewlêr-KDP.info-Derbarê giranbûna buhayê banzînê û karvedanên wê, berdevkê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li daxuyaniyekê taybet de ji malpera hikûmetê re axivî.
Sefîn Dizeyî got:
Parlamenterê Kurdistanê û endamên komîteya pîşesazî û enerjiyê û çavkaniyên sirûştî li nava Parlamentoya Kurdistanê û hemû aliyek, baş wê rastiyê dizanin ku:
1-Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçare ku rojane bi milyon dolaran ji bona birêvebirin û peydakirina pêdviyên eniyên şer li dijî DAIŞê tên xeric kirin.
2- Ji meha yekê ya vê salê heta niha hikûmeta Iraqê bûdceyê Herêma Kurdistanê biriye, ku ev yek bûye jêdera qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê.
3- Hemû dahata firotina petrolê bi tera peydakirina mûçeyê fermanberan jî nake, ku mûçeyê mehane zêdetirî 850 milyar dînare.
4- Barekî giran li ser milê hikûmetê ye, bo xwedîkirina 1.4 penaberên Sûrî û koçberên Iraqî.
5- Vê rewşê hiştiye ku nirxê banzînê li hinek dever bighê 1200 dînaran.
6- Di diyarkirina buhayê banzînê bo teksî û pasan ku 500 dînare, berjewendiya hejaran hatiye li berçavgirtin.
Sefîn Dizeyî, herwiha got: “Rewiş li dervey xwast û desthelata hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, yana her wek berê dê kar kiriba ku buhayê banzînê erzan bike, lê niha di rewş û qeyranekê darayî wiha dijwar de ye ku nikare bi wê nirxa berê banzînê peydabike, ji ber ku di karîna wê de nîne salane bi 50 milyar dolaran biştevaniya sûtemeniyê bike.”
Dizeyî di dawiya gotina xwe de got: “Heta ku ev qeyran neyê çareserkirin, kêmkirina buhayê banzînê ji hikûmetê nayê û nikare bike, ji ber ku ji bona Kurdistanê ewlewiyat û tiştên girîngtir hene, ku divê bên peydakirin û asayiş û aramiya ser û mal û jiyana welatiyan ji hemû tiştekî din girîngtire, kengî kêşe kalbûn û ev qeyran berev çareseriyê çû, wê demê hikûmet dê karibe çareseriyekê ji bona giraniya banzînê bibîne.”




