Parêzgarê Hewlêrê: Kêşeya banzînê û giraniya wê çareser dibe

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku tevahiya aliyên ku di kabîneya heştemîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdarbûne, di biryara bilindkirina nirxê banzînê bo 900 dînaran beşdarin, ji ber ku derxistina wê biryarê bi amadebûna hemû wezîrên hikûmetê bûne, û dibêje,em geşbînin ku kêşeya banzînê û giraniya wê di pêşerojê de çareser dibe.
Derbarê pirsa bilindbûna nirxa banzînê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, di gongrekê rojnamevanî de, bi amadebûna qayîmqamê qezaya navendî li Hewlêrê Nîhad Letîf Qoce, ragihand: “Ji ber şerê ligel terorîstan û hebûna qeyraneke darayî, ku ev 8 mehin hikûmetê budceyê Kurdistanê neşandiye, em daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku piçekî hevkarê me bin û vê rewşê li berçav bigrin, ev e rewşa Kurdistanê, hêvîdarim otombîl tenê bo karên pêwîst bên bikaranîn, ez geşbînim jî ku ev kêşe dê çareser bibe.”
Newzad Hadî got: “Tevahiya aliyên ku di kabîneya heştemîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdarbûne, di biryara bilindkirina nirxê banzînê bo 900 dînaran beşdarin, ji ber ku derxistina wê biryarê bi amadebûna hemû wezîrên hikûmetê bûne.”




