25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civata Bilinda Veberhênanê: Sûdmendê pile yek ji pirojeyên nîştecîhbûnê feqîr û hejar dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Bilind ya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwîste bilez yasaya desteya nîştecîhbûnê bê pejirandin, ji bona rêkxistina rênmayên pirojeyên nîştecîhbûnê û pêdana mohletê bi pirojeyan li gorî yasaya desteyê bike, da ku pirojeyên nîştecîcbûnê dest pê bikin û bi awayekî jî be ku bare darayî yê feqîr û hejaran bê li berçavgirtin û sûdmendên pile yek ji vê pirojeyên nîştecîhbûnê jî kêmderamet bin.

Civata Bilind a Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê civatê îro li ser çend pirsekî girêdayî bi ware veberhênanê, civiya.
Di civînê de bandore rewiş û pêşhatên niha li Herêma Kurdistanê û qeyrana darayî û birîna bûdceyê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, li ser veberhênan û ew pirojeyên beware cuda ku di bin cşhbicîhkirinê de ne, hatin nirxandin, û giftûgo li ser çawaniya mamelekirina ligel vê rewşa nû ya abûrî û darayî li Herêma Kurdistanê hat kirin, bi awayekî ku piroseya veberhênanê li hemû waran de berdewam be.

Di civîna Civata Bilind ya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, hat ragihand ku pêwîste bilez yasaya desteya nîştecîhbûnê bê pejirandin, ji bona rêkxistina rênmayên pirojeyên nîştecîhbûnê û pêdana mohletê bi pirojeyan li gorî yasaya desteyê bike, da ku pirojeyên nîştecîcbûnê dest pê bikin û bi awayekî jî be ku bare darayî yê feqîr û hejaran bê li berçavgirtin û sûdmendên pile yek ji vê pirojeyên nîştecîhbûnê jî kêmderamet bin.

Nûçeyên têkildar