Berlînê Pêşmerge li ser bikaranîna çekên dije-qelxana rahênan dike

Berlîn-KDP.info-DW- Artêşa Elmaniya rijdbûna xwe li ser rahênanpêkirina hijmareke pêşmergeyên Kurdistanê li serbazgehekî Herêma Bavariya ya başûrê welatê xwe ragihand.
Bo dema hefteyekê, hijmareke Pêşmerge dibin ji bo xuleke rahênanpêkirinê li ser çawaniya bikaranîna çekên Almanî, ku ji bona dijberiya rêxrawên DAIŞê tên şandin bo Herêma Kurdistanê.
Berdevkê bi nave Wezareta bergiriyê ya Almaniyayê, îro dûşemê ragihand, tê çaverê kirin ku 5 Pêşmerge di wê rahênanê de beşdar bin. Xula rahênanê dê bo çawaniya bikaranîa dije-qelxana ji core Mîlan, ku dê 30 tek ji wan çekan bikeve destê Hêzên pêşmerge.
Duh dûşemê jî Almaniya biryara xwe ya dawî da ku çekan ji Herêma Kurdistanê re bişîne, da ku ji aliyê leşkerî bihêztir bibin.




