Kemal Burkay: Çareseriya pirsa kurdî sîstema federal e

Ajans-KDP.info- Serokê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) xwest, li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsa kurdî de gavên bingehîn bên avêtin û got, “Ger kurd bigihîjin mafên wekhevî dê ev pirs bê çareserkirin. Rêya vê jî sîstema federal dikare çêke.”
Kemal Burkay, Serokê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) bi mebesta 1ê îlonê Roja Aştî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Burkay got, îro li cîhanê aştî nîne û rojhilata navîn jî dişewite û destnîşan kir ku ev şewat gihîştiye Herêma Kurdistanê jî.
Serokê Hak-Parê got, li gel ku li Tirkiyeyê pêvajoya “aştî û çareserî” didome, bo pirsa kurdî çareseriyeke dadwerane û mayînde nehatiye dîtin û divê gavên wêrek û bingehîn bên avêtin.
Burkay wiha dom kir; “Tenê bo kurdan, bi naskirina mafê wekhevî pirsa kurdî çareser dibe û sîstema federal rêya vê çêdike.”




