Qasim Şeşo: PYD bi darêzorê ciwanên Êzdî dibe nav rêzên xwe

Hewlêr-KDP.info- Fermandeyê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo, ragehand ku divê ji bo rizgarkirina Şingalê şervanên PYD û PKK’ê li vir nemînin.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên çiyayê Şingalê vekirin, hêzeke PKK û PYD’ê li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan pêkanîn.
Di vê derbarê de Fermandeyê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re got: “Çekdarên PYD’ê bi zorê ciwanên Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Şingalê bigrin.”
Şeşo da zanîn ku şervanên PYDê ala xwe li ser perestgeha Şerfedîn bilind kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Şervanên PYDê gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Şingal û derbideran, herwiha vegerandina rewşa ewlekariyê ya deverê şervanên PYD û PKK’ê li çiyayê Şingal û navçeyê nemînin.”




