26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi pêdagiriya Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî nirxê benzînê bû 900 dînar

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê serokê komîteya samanên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, Parlamanto sedemekî sereke ye ku nirxê benzene bilind bûye, ji ber ku eger hîna pêdagîrî kiriba, dahatên bin bare ewê ku bi kêmtir ji wî nirxê benzene bo welatiyan bifroşe. Tekez jî kir ku vexwendina Wezîrê Samanên Sirûştî bo parlamento mebestekî siyasî ye, ya na kesê wek wezîrê Darayî û cîgirê serokwezîr pêdagirî nekirine ku hikûmet ji wê nirxê kêmtir, nikare benzînê bifroşe welatiyan.

Dilşad Şeban, Cîgirê serokê komîteya samanên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Berya ku ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin, biryar bû çend pêşniyazekê binirxînin, da ku bikaribin derbarê nirxa benzene giftûgoyê ligel hikûmetê bikin, lê ji nijkêvê ve serokê komîteya samanên sirûştî behsa wê yekê kir ku heta 600 dînarî zêdetir giftûgoyê ligel hikûmetê nakin û ev pêşniyaz xist dengdanê li nava komîteyê û bi piraniya dengan hat pejirandin, min pêşniyarekî baş amadekiribû wek firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), ku nirxê benzînê bibe 700 dînar ji bona hemûyan, ku ji hikûmetê û welatiyan re jî guncawe.”

Dilşad Şeban zêdetir got: “Dema em çûn kombûnê ligel hikûmetê, biyanoyên hikûmetê gelek tir bûn ji yên Parlamentoyê, ku nikarin bi vî nirxî benzene bidin welatiyan, lewra dema min behsa pêşniyara xwe kir, serokê komîteyê û endamên din gotin ev ne nêrîna komîteyê ye, hûn çawa nirix datînin deynin.”

Şeban got: “Me careke din wek parlamenterên frakisyona PDKê, me yadaştnameyek da parlamento da ku nirxê benzînê ji bona hemûyan bike 700 dînar”, got jî “em çaverê persiva hikûmetê dikin.”

Cîgirê serokê komîteya samanên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê got jî: “Parlamanto sedemekî sereke ye ku nirxê benzene bilind bûye, ji ber ku eger hîna pêdagîrî kiriba, dahatên bin bare ewê ku bi kêmtir ji wî nirxê benzînê bo welatiyan bifroşe. Tekez jî kir ku vexwendina Wezîrê Samanên Sirûştî bo parlamento mebestekî siyasî ye, ya na kesê wek wezîrê Darayî û cîgirê serokwezîr pêdagirî nekirine ku hikûmet ji wê nirxê kêmtir, nikare benzene bifroşe welatiyan.”
 

Nûçeyên têkildar