Sûriyê: Şer li Quneytira berdewam e û Îsrayîl di amadebaşiyê de ye

Hewlêr (Rûdaw)- Şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û şervanên opozîsyonê de, li parêzgeha Quneytira yê nêzîkî sînorê Îsrayîlê berdewam e û nêzîkbûna wan pevçûnan Îsrayîlê xistiye rewşa amadebaşiyê de.
Îro duşemê 1/10/2014 şer û pevçûnên giran li parêzgeha Quneytira ya ser sînorê Îsrayîlê, di navbera rêjma Sûriyê û şervanên opzîsyonê de, bûne sedem ku artêşa Îsrayîlê wan navçeyên xwe yên nêzî sînor bike “navçeyekî leşkerî û girtî” û piştî ketina çend rokêtan li nava axa wê, daxwaz ji welatiyên xwe kir ku wan deverên ser sînor valabikin.
Çedarên opzîsyonê piştî şerên giran karîn derwazeya Quneytira kontrol bikin û dengê teqe û bombeyan li nava Îsraîlê tê bihîstin û ev yek bû sedem ku artêşa wan bikeve rewşa amadebaşiyê de.
Îsrayîlê doh yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa welatê wan balafirek rêjîma Sûriyê bi rokêta Batiryotê xistin xwar, ku sînorê Îsrayîlê derbas kiribû.




