Wezîrê derveyê Emaniya: Dana çekan bi Pêşmerge taybet û pêwîst e

Hewlêr-KDP.info- Di dema civîna Parlamentoya Ewropayê ku taybet bû bi giftûgo kirinê derbarê pilanê hikûmetên wan ji bo pirçekrina Hêzên Pêşmerge, bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, Wezîrê derveyê Elmaniya Firank falter Şitaynmayir got, pêngava welatê wî taybet û pêwîst e.
Şitaynmayir rijdbûna hikûmeta welatê xwe li ser pilana pirçekirina Hêzên Pêşmerge ragihand, û got: “Pêwîste ji bo vê rewşa taybet em riyên taybet bigrin, ji ber ku çekdarên DAIŞê pêşrewy kirine.”
Wezîrê derveyê Elmaniya herwiha got: “Ji ber wê sedemê ku Elmaniya ji bo pirçekrina Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ye. Dana çekan bi Pêşmerge taybet û pêwîst e.”
Sibê dûşemê Parlamentoya Emaniya rûniştinekê taybet bi pilana hikûmeta federal bo pirçekirina Hêzên Pêşmerge gengeşe dike, ku mebesta wê bihêzkirina karînên leşkerî yên Pêşmerge ye bo şerê li dijî DAIŞê.




