25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hoşyar Zêbarî: Hemû alî cidî ne ku bighên rêkeftinekê ji bo pêkanîna hikûmeta nû

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-  Serokê Şanda Herêma Kurdistanê Hoşyar Zêbarî ragihand ku hemû alî cidî ne li ser wêya daku bighên rêkeftinekê ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Şanda danûstandinan a Kurdistanê îro li Bexdayê ligel Serokê Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê Emar Hekîm civiya û di civîneke çapemeniyê de qala pêkanîna hewldanên pêkanîna hikûmeta nû kirin.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Şanda Herêma Kurdistanê Hoşyar Zêbarî got: “Hemû kêşeyên Kurdistanê ligel Bexdayê wek petrol û gaz, Pêşmerge, meaşê fermanberan, mafên aborî, navçeyên madeya 140 û çend mijarên din beşê serekî yên danûstandinên şanda me ye ligel aliyên din ên Bexdayê.”

Zêbarî da zanîn ku hemû alî cidî ne li ser wêya daku bighin rêkeftinekê ji bo pêkanîna hikûmeta nû û wiha axifî: “Lê belê daxwaza Kurdan ne tenê çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lê daxwaza me ji bo Iraq û paşeroja Iraqê û gelek pêşniyarên me yên din jî hene.”

Zêbarî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Di danûstandinên şanda me de ligel aliyên Bexdayê jihevfamkirinek dixwiya û pozîtîf bûn. Kêşeya me ligel Bexdayê di cîbicîkirina sozan de ye, tecrûbeya me ligel Bexdayê heye, loma em hewl didin mafên xwe misoger bikin neku bi sozên devkî û bê wate.”

Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Bilinda Îslamî ya İraqê Emar Hekîm jî wiha axifî: “Em li ser hejmarek pirs gehiştine rêkeftineke hevbeş û bi giştî helwêsta hemû aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû di dema xwe de erênî ye.”

Nûçeyên têkildar