25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke Wezareta Pêşmerge ji bo wergirtina çekan li Ewropa ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Wezareta Pêşmerge ku li welatê Fênlenda ye, biryare serdana Çîk û çend welatên din ên Ewropayê bike, ji bona wergirtina alîkariyan ji wan welatan û pirçekirina Hêzên Pêşmerge û hêzên parastina Herêmê ji aliyê serbazî û lojstîkî ve.

Li ser ronahiya pilanekî Seokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge û bi mebesta agahdarkirina welatên Ewropayê û berpirsên saziyên navdewletî, li persendinên dawî yên gorepana siyasî û emnî yên Kurdistan û Iraq û Nvçeyê, li ser vexwendineke fermî çendîn welatên Ewropayî, şandeke bilind ji Wezareta Pêşmerge ku pêkhatibû ji her yek ji Ferîq Şîrwan Ebdulrehman Elî, Ferîq Cebar Yawer, Emîd Rokin Hejar, li wetatên Fênlenda ye.

Di wê seranê de, şanda Wezareta Pêşmerge dê peyama Herêma Kurdistanê bighîne civaka navdewletî, ku pêkhatiye ji şandina çekên pêşketî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û Hêzên Parastina Herêmê, ji bo rûbirûbûna terorîstan.

Armanca giştî ya vê serdanê agahdarkirina welatên cîhanê ye ji êrîşên DAIŞê, ku metirsiye li ser ewlekariya hemû navçe û Cîhanê jî, lewra divê ji aliyê çek û cebelxaneyê hevkariya Herêma Kurdistanê bikin
 

Nûçeyên têkildar