26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge xwebexşan rêk dixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, gelek xelik bi awayê xwebexiş ligel Hêzên Pêşmerge li eniyên şerin û gelek jî amadebûna xwe diyar dikin ji bona çûna nav hêzên Pêşmerge, herwiha dibêje Wezareta Pêşmerge di hewla rêkxistina wan de ye li çarçoveya hêzekê de.

Derbarê rêxistina wan xwebexşên ku hatine nav rîzên Hêzên pêşmerge, parlamenterê Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd ji komîteya Pêşmerge ji KDP.info re ragihand: Wezareta Pêşmerge bi rêya sîstemekê, dê wan xwebexşan di yek fewcê de kom bike, ew jî dê bi çend qonaxekê be, qonaxa yekemîn: “Nivîsandina xwebexşan, qonaxa duyemîn: Lêkolîn wan, qonaxa sêyemîn: Li gor temen emê wan belav bikin, ji ber ku hinek ji wan temenê wan gelekî kême û beşek ji wan jî gelekî mezinin, qonaxa çaremîn: Emê erik bidin wan.”

Ebdula Hacî Mehmûd, zêdetir got: “Çend proje li ber destê hikûmetê neji bona yekxistina Hêzên Pêşmerge bi temamî, ku di pêşerojê de li gor rastiya li Herêma Kurdistanê dicing beware cîhbicîh kirinê.”

Niha hijmarekî gelek mezin ji xelkê wek xwebexiş peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine, lê tu amarek di ber dest de nîne.

Nûçeyên têkildar