26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amirliyê hat azadkirin

Çavkanî: KDP.info

Amirliyê-KDP.info- Hêzên hevbeşên Pêşmerge û artêşa Iraqê, çûne nav bajarê Amirliyê û dorpêçkirina Amirliyê bi dawî hatiye.

Jêderkî li eniyên şer ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku herdû hêzên êrîşber ku ji Pêşmerge û artêşa Iraqê û xwebexşên Şîeyan pêk hatibû, digel hêzên berevaniya nav navçeya Amirliyê ku ji hêzên Polîsên navxwe û xelkê Amirliyê pêk hatibû, li gundê Hebeş gehiştin hev, bi vê yekê dorpêçkirina 70 rojî ya çekdarên DAIŞ liser navçeya Amirliyê bi dawî hat.”

Niha hêzên hevbeş dest kirine bi paqijkirina derdora Amirliyê ji DAIŞê.
Zêdetir got: “Ziyanekî mezin gehiştiye çekdarên DAIŞê û kuştî û dîlên wan gelekin û çendîn çek û otombîlên wan ketine destê hêzên êrîşbirinê.”
 

Nûçeyên têkildar