26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge ji azadkirina Amirliyê nêzîk bûne

Çavkanî: KDP.info

Amirliyê -KDP.info- Ji vê sibehê ve, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê qezaya Xurmatû bi hevkariya artêşa Iraqê û hêzên xwebexiş ên Şîeyan, pêşrewiyê dikin û ji azadkirina Amirliyê nêzîk bûne.

Rayîd farûq Ehmed, rêveberê asayişa Xurmatû ji KDP.info re ragihand: “Ji vê sibehê ve, Hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Xurmatû, bi hevkariya artêşa Iraqê û hêzên xwebexiş ên Şîeyan, pêşrewiyê dikin û heta niha karîne gundê Xasedarlî û Hebeş û Xemas ji terorîstan paqij bikin.”

Zêdetir got: “Hêzên êrîşber û hêzên di bin dorpêçê de li nava Amirliyê gehiştine hev, wate ji aliyê leşkerî ve dorpêçkirin hatiye şikestin, lê ji ber giraniya pevçûnan, heta niha xelkê sivîl nehatine rizgar kirin.”

Rayîd farûq Ehmed got: “Li nêzîkî gundê Yengîce şerekî giran heye.”

Derbarê hijmara qurbaniyan di wan pevçûnan de, Rayîd farûq Ehmed got: “Hijmarek mezin ji gurbaniya heye, lê ji ber berfirehbûna eniyên şer û giraniya şer, em nikarin hijmara rastî nasbikin.”
 

Nûçeyên têkildar