26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Çelebî rewşa siyasî û serbazî ya niha nirxandin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate nirxandin.

 

Êvariya doh şemî 30.08.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku terorîstan bûne tehdîdek li ser hemû mirovayetiyê û tu sînor û bihayek nanasin, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek ji bo nehiştina terorê hevkar bin.

Her wiha li hevdîtinê de behsa proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê kirin û her dû alî hevrebûn ku pêwîste kabîneya nû ya Hikûmetê li ser bingeha şeraketa rasteqîne bê û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin.

Nûçeyên têkildar