25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Daxuyaniya Cemîl Bayik sivkatiye bi Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, daxuyaniya Cemîl Bayik ji serê xwe heta binê xwe sivkatiye bi Hêzên pêşmerge yên ku niha sitêrka bextê wan ji her demê zêdetir ronahî dike li ser asta navdewletî û navxweyî jî.

Helgurd Hikmet, rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê gehiştiye KDP.info, dibêje, “yasaya Wezareta mafê axaftinê bi navê wezartê daye bi, lewra jî niha ez wek berdevkê wezaretê diaxivim.”

Emîd Helgurd got: “Ez bi navê Pêşmergeyên Kurdistanê sipasiya helwîsta Mûrad Qarayelan û tevahiya wan hevalên ku rêza wan ji Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re heye, dikim, herwiha rewşa siyasî ya niha li Herêmê li pêşiya çavê xwe bigrin û vî helwîsta han dinirxînin.”

Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibêje “daxuyaniya Cemîl Bayik ji serê xwe heta binê xwe sivkatî bi Hêza Pêşmerge ye, di dema ku sitêrka bextê Pêşmerge ji hemû demê zêdetir ronahîtire li ser asta navdewletî û navneteweyî û navxweyî jî.” 

Nûçeyên têkildar