25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barêzgarê Hewlêrê: Çi ji koçberan re pêwîst be emê peyda bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê, di dema bi serkirdina koçberên Mesîhî û Êzdî û Kakeyî ragihand ku hewil heye ku çi ji koçberan re pêwîste be ewê ji wan re peyda bikin û xemên wan sivik bikin.

Newzad hadî, Parêzgarê Hewlêrê ligel herdu parlamenterên welatê Keneda Birnit Bot û Mister Liyon civiya û behsa rewşa Iraqê bi giştî û koçberan jî bi taybetî kir.

Ji aliyekî dî ve, parêzgarê Hewlêrê bo ji nêzîk agahdarbûn ji rewşa koçberan ligel berpirsê UNISR li Hewlêrê Nasir Firyazîr serdana çendîn dibistanên nav bajerokê Eyinkawa kir û ji nêzîk ve li rewşa koçberan kolîn û biryar da ku xizmeta wan bê kirin daku vegerin malên xwe.

Koçberan ji nêzîk ve behsa rewşa xwe kirin û barêzgarê Hewlêrê jî soz da ku çi ji koçberan re pêwîst be ewê ji wan re peyda bikin.

Nûçeyên têkildar