Xurmatû.. Pêşmerge di Pêşrewiyê de ye

Xurmatû-KDP.info- Îro Hêzên pêşmerge li sînorê qeza Xurmatû pêşrewiyê dikin û karîne gundê Selam azad bikin û çekdarên DAIŞê her dişkin.
Rayd Farûq Ehmed, rêveberê asayişa Xurmatû, ji KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro Hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Xurmatû berev pêşî pêşrewî kirin û di encam de piştî rûbirûbûnekê tund ligel çekdarên DAIŞê karîn gundê Selam ku dikeve başûrê Xurmatû kontrol bikin, û niha jî Hêzên pêşmerge di pêşrewiyê dene û ji azadkirina gundên din nêzîk dibin.”
Farûq Ehmed, got jî: “Di operasyonên îro de çekdarên DAIŞê li van sînoran ziyanên mezin dîtine.”




