Revenda Felestînî hevkariyan deghîne koçberên li Herêma Kurdistanê
__2014_08_30_h19m26s45__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Wek hevsozekê bo koçberên li Herêma Kurdistanê û wek helwîstekî mirovane, revenda Filestînî li Kurdistanê hevkarî bo koçberan kom kirin û li sînorê bajerokê Eynkawe bi ser wan de belav kirin.
Bi serperiştiya konsulî giştî yê Felestînê li Herêma Kurdistanê, Nezûrî Hewzî, revenda Filestînî helmetekî berfireh ji bo komkirina alîkarî û hevkariyên mirovî bo koçberên li Herêma Kurdistanê encam dan û hejmarek pizîşkên Filestînê jî biryar dane bi bêpere koçberên nexweş çareser bikin.
Piştî komkirina wan hevkariyan, konsulî giştî yê Felestînê li Herêma Kurdistanê, Nezûrî Hewzî ew li sînorê bajerokê Eynkawe, bi ser koçberan belavkirin.




