26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zumar hat azadkirin.. Bi temamî di bin destê Pêşmerge deye

Çavkanî: KDP.info

Zumar-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hêzên Pêşmerge navçeya Zumarê xistin bin destê xwe û ew navçe ji çekdarên DAIŞê paqijkirin.

 

Emîd Helgurd Hikmet, Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge êrîşekî berfireh kirin ser çekdarên DAIŞê li Zumarê û karîn wê navçeyê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û niha bi temamî ketiye bin kontrola Hêzên Pêşmerge.”

 

Emîd Helgurd Hikmet, got jî: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di pêşrewiyê de ne û çekdarên DAIŞê reviyane.”

Nûçeyên têkildar