Şanda Kurdên Êzdî bo Cinêfê nûneratiya Êzdiyan nake..Helwîsta wan ne nîştîmanperwerî ye

Şêxan-KDP.info- Endamekî serkirayetiya Partiya Dîmokrat a Kurdistanê (KDPê) derbarê çûna şandeke Kurdên Êzdî bo Cinêfê, ku qaşo nûnertiya Êzdiyan dike, tekez dike ku xelkê Êzdî dizanin ew şanid nûneratiya wan nake. Herwiha di wê baweriyê de ye ku Êzdî tu hêviyekê erênî bi wan ve nabînin û endamên wê şandê berya van bûyeran tu gotinên xêrê ji Kurdistanê re nedkirin û nakin jî.
Elî Ewnî, Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) û berpirsê liqa 20 ya Şêxanê, ji KDP.info re got: “Mixabin ev şanda ku pêkhatiye ku biçe Cinêfê, di rastî de, hîna tu helwîstekî wê yê nîştîmanperwer û erênî derbarê Kurdistanê nebûye û ji wan kesan bûn ku hertim xwestine kêmasiyên biçûk mezin bikin.”
Elî Ewnî, zêdetir got: “Em hêviyê ji wan nakin ku piştî van hemû şehîd û qubaniyên Pêşmerge ji bona berevaniyê li Gelê Kurdistanê û pêkhatên Êzdî û Mesîhî û Kakeyî û Turkiman û Aşorî jî, ew behsa tiştekî baş bikin. Ez bawer nakin ew gotinekê xêr bikin û behsa wê karesata bi ser hemû pêkhatan de hatiye, bikin, ji ber ku berya niha jî wan bi xêr behsa karesatên Kurdistanê nekirine.”




