26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rojane 7.5 milyon dolar xerca êrîşên asmanî yên balafirên Amerîkîne li ser DAIŞ

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand, ew operasyonên asmanî bi rêya balafirên şer li dijî DAIŞê, ji dema ku dest pê kiriye, her rojê zêdetirî 7.5 milyon dolar xerca wê ye.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Emerîkayê (Pentagon), firokên şer îro êriş birine ser amarên leşkerî yên DAIŞê yên wek Hammer, tank û çekên giran û di encamê de hemû tune kirine.

 

Wezareta Parastinê ragihand, armanca êrişa wan piştevaniya operasyona Pêşmergeyan û artêşa Iraqê bû, ji dema ku dest pê kiriye, her rojê zêdetirî 7 milyon dolar xerca wê ye.

 

 

Êrişên firokên cengê yên Emerîkayê 8ê meha tebaxê dest pê kir û heta niha gihîştiye 110 êrişan ku Pentagon dibêje encamên baş bidest xistine.

 

Her wiha Koşka Spî jî da xuyakirin, “Pêştir DAIŞê hemberî hêzên kurdan xwe radigirt, lê piştî êrişên hewayî, DAIŞ hate sînordarkirin û lawazkirin. Bi vê pêşmerge, cihên ku berê ji dest derketibûn gav bi gav digre.”

 

Nûçeyên têkildar