Netewên Yekbûyî: Hejmara penaberên Sûrî 3 Milyon derbaz kiriye

Ajans-KDP.info- Netewên Yekbûyî di daxuyaniyekê de amara penberên Sûriyê ku ji 16 Aadar ya 2011an ve jiber şerê di navbera opozisyona Sûriyê û rêjîma wê de koçbberî welatên hevsî bûne aşkere kir ku, hejmara penaberan 3 Milon li derve ne û 6 Milyon û nîv jî li navxweya Sûriyê ne.
Netewên Yekbûyî ragihand ku, hejmarek zêde ji welatiyên Sûriyê li gor sala bûrî koçber bûne ku tenê di navxweya Sûriyê de 6 Milyon û nîv koçber bûne, wate nêzî nîvê akinciyên Sûriyê koçber bûne.
Ajansa Rueter1ê li ser zarê Komisarê Mafê Penberan li Netewên Yekbûyî Antonyo Cotîrîs di beyannameyekê de ragihand ku, aloziya Sûriyê bûye karesatek mirovî di vê serdema de û welatên cîhanê di dabînkirina pêdiviyên penaberên Sûriyê de serkeftî nebûne.




