Serokwezîrê Brîtanyayê: Divê em li gel Kurdan kar bikin û piştgirî bidin wan

Ajans-KDP.info- David Cameron Serokwezîrê Brîtanyayê, got divê em piştgiriya Iraqiyan bikin. Her wiha divê em li gel Kurdan kar bikin û piştgirî bidin wan
Cameronê, îro li paytext Londonê civîneke çapemenî li dar xist û got, her çiqas êrişên DAIŞê îro li Iraq û Sûriyeyê ne, lê xeterî di serî de bo Libnanê û Urdinê û tevahiya herêm heye û welatiyên brîtanî jî di bin xeteriyê de ne.
Serokwezîrê Brîtanyayê got, divê raya giştiya navneteweyî hemberî teror û tundiyê xwedan helwestê be û domand, “Dijî DAIŞê tenê helwesta serbazî dê fêde bike. Ne tenê li Iraqê, dibe ku li Sûriyeyê jî em ‘êrişê sînordar’ hemberî DAIŞê bikin.”
David Cameron, di civînê de çend car dûbare kir ku, divê DAIŞ têkbiçe û di vê warê de got, “Divê em piştgiriya Iraqiyan bikin. Her wiha divê em li gel Kurdan kar bikin û piştgirî bidin wan.”
Brîtanya ji wan welatan e ku, piştevaniya serbazî û mirovî li Herêma Kurdistanê kiriye. Çekên pêşketî bo peşmergeyan şandiye û her wiha bo karesata Şingalê jî yarmetiyên mirovahî kirine. Cameron dubare kir ku dê piştevaniya wan di her du milan de bidome.




