Li eniya Zumarê.. 5 gundên din ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin

Zumar-KDP.info- Jêderek ji navçeya Zumar dibêje, Hêzên Pêşmerge li eniya Zumarê di pêşrewiyê de ne û îro jî 5 gundên din xistin bin kontrola xwe de.
Hesen Xelo, berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zumarê ji KDP.info re ragihand: “Îro careke din Hêzên pêşmerge êrîş kirin ser çekdarên DAIŞê li eniya Zumarê û karîn kpmelgeha Barzankê rizgar bikin ku binkeya sereke ya çekdarên DAIŞê bû li wê navçeyê.
Hesen Xelo, rêdetir got: Piştre Hêzên Pêşmerge pêşrewî kirin heta ku gehiştine komelgeha Simûd û ew cih jî konrtol kirin û piştre komelgeha Xanikê jî xistin bin destê xwe.”
Ew berpirsê navçeya Dîcle ya PDKê li Zumarê ragihand: “Li başûrê komelgeha Barzankê gundek heye bi nave Eyin Feres û piştre gundekî din heye bi nave Eyin Zale, ew herdu gund jî hatin kontrol kirin.”
Ew yek jî diyar kir ku Hêzên Pêşmerge di pêşrewiyê de ne, û ji Zumarê nêzîk bûne û çekdarên DAIŞê tu hêza wan nemaye ku berevaniyê bikin û tenê pişta xwe bi danîna bomb û mînan girêdide, cihê dilxweşiyê ye ku tîmeke şareza digel hêzên Pêşmerge heye û wan mînan pûçdike.”
Berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zumarê Hesen Xelo, got jî: “Ziyanekî mezin gehişatiye çekdarên DAIŞê û hijmareke mezin ji wan hatine kuştin û çend otombîlên wan hatine şewitandin.”




