25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan: Pêvajoya çareseriyê bi heman leziyê dê bidome

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Recep Tayyip Erdogan ku wek serokomarê 12em ê Tirkiyeyê hate bijartin, bi merasîma ku li Koşka Çankayayê hate lidarxistin ji 11min serokomar Abdullah Gul erkê dewr girt. Erdogan di merasîmê de axift û got, pêvajoya çareserî bi heman lezî dê bidome.

  

Serokomar Erdogan di merasîmê de axift û got, “Demekê nû dest pê dike. Ji hêla gel ve hilbijartina serokomarê, ne tenê guhertinekê teknîkî ye, ya rastî tê wateya girtina demekê. Îro deriyê Tirkiyeya kevin hat girtin û deriyên dema nû heta dawî hatin vekirin.

 

Erdogan got, pêvajoya aştî ji leziya tu tişt kêm nake û pêde çû, “Bingeha siyaseta derve aştî, piştevanî û halxweşî ye. Armanca stratejîk a Tirkiyeyê endambûna Yekîtiya Ewropayê ye û ev meş bi biryar dê bidome. Reformên demokratîk dê bidomin. Bi pêvajoya çareserî jî yekîtiya 77 mîlyon welatiyên me dê bê sazkirin.”

Nûçeyên têkildar