Nêçîrvan Barzanî di merasîma sûndxwarina Erdogan de beşdar bû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî di merasîma sunxwarina serokomarê Tirkiyê de beşdar bû, û di wê merasîmê de çavê wî bi hijmarek ji serok û serokwezîrên cîhanê ket.
Îro pêncşemê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqere, li ser vexwendineke fermî ya Tirkiyê, di merasîma radestkirina serokayetiya Komariya Tirkiyê ji aliyê serokmarê berê yê Tirkiyê Ebdula Gul, bo serokê nû yê hilbijartî Receb Teyib Erdogan, beşdar bû, ku li koşka Çankaya ya serokatiya Komariya Tirkiyê bi hijmareke berçav ji serok û serokwezîr û wezîr û dîplomatkarên cîhanê birêve çû.
Piştî bi dawî hatina merasîmê, ku têde Erdogan wek serokê nû yê Tirkiyê sunda yasayî xwar û gotarek pêşkêş kir, merasîmek din bo pêşwazîkirin li mêvanan û beşdarbûyên merasîmê hat lidar xistin.
Di wê merasîmê de çavê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hijmarek ji serok û serokwezîrên welatên cîhanê ket.
Piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel mêvanan, beşdarî di êvarexwarinekê de kir ku bo beşdarbûyan û mêvanên merasîma sundxwarina serokkomariya nû ya Tirkiyê hat saz kirin




