Qereyelan: Pêwîste Cemîl Bayik daxwaza lêborînê ji Pêşmerge bike

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku di çend rojên borî de, Cemîl Bayik, sivkatî bi Hêza Pêşmerge kir û ji ber vê yekê jî kardaneve derketin û Wezareta Pêşmerge jî persiva wî da, û piştre jî Mûrad Qereyelan jî li ser vê yekê got, pêwîste Bayik daxwaza lêborînê ji Pêşmerge bike.
Di vê bareyê de, Emîd Helgurd Hikmet, rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re got: “Piştî ku li çend rojên borî de Cemîl Bayik sivkatî bi Pêşmerge kir, ku niha li sengerên şerê li dijî çekdarên DAIŞê ne û parastina ax û xelkê Kurdistanê dikin, Mûrad Qereyelan behsa wê yekê kiriye ku pêwîste Bayik daxwaza lêborînê ji Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bike, ku ev yek jî diyar dike li nava PKKê nêrînên cuda hene.”
Derbarê hinek rexneyên parlamentaran jî ku li frakisyonên cuda ne û bersiva Bayik dane, Emîd Helgurd Hikmet, ragihand: “Ne karê parlamenterane ku li cihê Wezareta Pêşmerge daxuyaniyan bidin, lê belê pêwîste tenê çavdêriya damûdezgehên hikûmî bikin.”
Amaje bi wê yekê jî da ku “bersiva Wezareta Pêşmerge ne raya kesekî ye, lê belê bersivekî fermyî ye ji Wezaretê, ji ber ku Bayik sivkatî bi hemû Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye bi bê cudahî.”




