Necat Elî: Me Mexmûr û devera wê ji DAIŞê paqij kir, ne hêzekî din

Mexmûr-KDP.info- Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya (PDKê) Necat Elî ragihan ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê nebibû û ewê ku tê gotin mûzayedeya siyasî ye.
Necat Elî, Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), di kongreyekî rojnamevanî de ragihand: “Ji ber ku ez berpirsê eniya Mexmûrê bûm, ez red dikim ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê bûbe û ewê ku tê gotin mûzayedeya siyasî ye.”
Derbarê hebûna hêzên din li wê deverêm dibêje: “Dibe ku piştî hatina hêza me, û paqijkirina wê deverê ji terorîstan, piştre hêzên din jî hatibin û ji ragihandinê re axivî bin, ku rola wan jî di azadkirinê de hebe, lê ev şêwandina rastiyane.”
Necat Elî got jî: “Piştî raspardeya Serok Barzanî û xwe rêkxistin û danîna pilanên nû, me karî wan navçeyan cardî kontrol bikin.”
Berpirsê eniya Mexmûrê, dibêje: “Me bi awayekî mezin li DAIŞê da, ku carekî din nikarin biwêrin û nêzîkî Kurdistanê bibin.”




