26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge ji Zumarê nêzîk bûne û derbeyên mezin li DAIŞê dane

Çavkanî: KDP.info

Zumar-KDP.info- Berpirsêkî Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zumar dibêje, Hêzên Pêşmerge bi awayekî mezin êrîş dikin ser navçeya Zumar û heta niha jî beşek mezin ji deverên Zubarê kontrolkirine û her di pêşrewiyê de ne.

Salih Mîranî, Berpirsê navçeya Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zumar ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji çar aliyan ve êrîş kirin ser çekdarên DAIŞê û heta niha jî hijmarek mezin ji wan çekdaran hatine kuştin û gelek otombîlên wan jî hatine şewitandin.”

Mîranî ku bi xwe li sengerên şere dibêje, “niha çiyayê Batmaş ketine ketiye bin kontrola Hêzên Pêşmerge û ji Zumar nêzîk bûne, lê ji ber danîna bobmeyan em gelekî neçûne pêş, yana di nava 2 yan 3 seatan de em dikarin Zumar bixin bin destê xwe.”
 

Nûçeyên têkildar