25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hikûmeta Çîk jî dê çekan bide Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Birag-KDP.info- Berdevkê bi navê hikûmeta Çîk doh çarşemê ragihand ku hikûmeta welatê wî razîbûye, bi biryara pirçekirina Hêzên Pêşmerge, wek piştevaniyeke li dijî çekdarên DAIŞê, ku destê xwe danîne navçeyekî mezin ji bakûrê Iraqê.

Ajansa CTK belavkiriye ku hikûmta Çîk razîbûye ku pêdiviyên leşkerî bide Hêzên Pêşmerge, ku ji van çekan pêkhatiye: “Kilaşinkof û pêdiviyên wê, top û rûmane û tifaqê mûşekan.”

Berdevkê bi navê hikûmeta Çîk zêdetir got: “Çek û tefaq behayê wan çendîn milyon dolare û dê bi rêya Amerka bê şandin.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel, doh di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, jibilî alîkariyên Amerîka û Iraqê 7 welatên din jî dê çek û alîkariyên leşkerî bidin hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê. 

Nûçeyên têkildar