26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Amerîka tekez li ser hemahengiya berdewam a hêzên Amerîka û Pêşmergeyan kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de navbera Serokê Herêma Kurdistanê û şandekî serbazî ya Amerîkî de, her dû alî li ser ewe hevrebûn ku DAIŞ metirsiyekî mezine li ser navçeyê û cîhanê û berengarbûna wê jî hewlekî hemû aliyane û navdewletî dixwaze. Her wiha her dû alî jî tekez li ser hemahengiya berdewamiya hêzên Amerîka û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin.

Hewlêr-KDP.info- Doh çarşemê 27.08.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî serbazî ya li gel kir.

Di hevdîtinê de ku hejmarek ji berpirsên leşkerî û emnî û îdariyên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî bi xêrhatina germ li General Lloyd Austin kir ku wekî dostekî kevin ku demeke dirêj li Iraqê maye û bi sedema palpiştî û yarmetîdana Herêma Kurdistanê spasiyên xwe jî ji bo Serok û gelê Amerîka nîşanda û pêzanînên xwe jî ji bo rola General Lloyd Austin ya li proseya serbaziyên berengarbûna terorîstên Da'îşê de hebû pêşkêş kir.

Li vê kombûnê da Serok Barzanî ronahî xiste li ser serhildana rewşa vê dawiyê û tehdîda terorîstan û ketina Musil û her wiha êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê û balkişand li ser serkeftinên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku bi yarmetiya dostên gelê Kurdistanê li bereyên ceng hatine mîsoger kirin.

Li beşekî dinê kombûnê da Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa mirovî ya koçberan û her wiha hejmar û pêwîstiyên wê xelkê hatin axaftin ku piştî êrîşa DAIŞê koçberî Kurdistanê bûne û li pêşkêşkirina yarmetiyên miroviyan de spasî bi deng ve hatina welatên dostên gelê Kurdistanê jî kir.

Ji aliyê xwe ve General Lloyd Austin ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û destxweşiyê li serkeftinên hêzên Pêşmerge kir û rola Pêşmergeyan li berengarbûn û têkşikandina terorîstan de bilind nirxand.

Her li vê kombûnê de her dû alî li ser ewe hevrebûn ku DAIŞ metirsiyekî mezine li ser navçeyê û cîhanê û berengarbûna wê jî hewlekî hemû aliyane û navdewletî dixwaze. Her wiha her dû alî jî tekez li ser hemahengiya berdewamiya hêzên Amerîka û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî eve dûpat kir ku pêwîste Hikûmetekî hemû aliyene bê damezrandin ku xizmeta berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê bike.

Nûçeyên têkildar