26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ew kesên hevkarê terorîstan bûne bi tundtirîn awayî dê bêne siza kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Şêxên Hoza Şemer kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku hêzên Pêşmerge heta têkşikandina tevahiya terorîstan ranawestin û li ser wan de serdikevin û wan şîretan jî da ku pêwîste ew kesên hevkarê terorîstan bûne bi tundtirîn awayî bêne siza kirin lê belê jiyana hemwelatiyan û ew xelkê peywendiya wan bi terorîstan re nebûye bêne parastin.

Doh çarşemê 27.08.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêxên Hoz û Eşîreta Şemer û çend hozekî Erebî ya navçeya Rebî'e û deşta Nînowa kir.

Li hevdîtinê de kesayetî û Şêxên Hoza Şemer û çend hozekî din amadehiya xwe ji bo Serok Barzanî nîşan da bo ku bi giştî li ser terorîstên Da'îşê biçin û beşdariya şerê dijî terorîstên Da'îş bibin. Şanda mîhvan dûpata wê yekê kirin ku ew amadene çek hilbigrin û terorîstan ji navçeyê derbixin û dijî hemû hewlek jî radiwestin ku bixwazin pêkvejiyana Kurd û Ereb û pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê têk bide. Kesayetî û Şêxên Hoza Şemer û hozên Erebên devera Nînowa spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kirin ku li muamelekirina li gel penaber û koçberan edeb û rewşta bilind û resena dîrokiya xwe bikaraniye û bûne penageha lêqewimiyan.

Her wiha ragihand ku nikarin destewestan bin ku mizgeft û cihên pîroz têk didin û Mesîhî û Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstan bê çewsandin û rê nadin hêza şer û tarî li navçeyên desthilat li ber bigre.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî destxweşiyê li helwesta Şêxên wan hozan kir û balkişand li ser wê yekê ku şerefekî mezine gelê Kurdistanê şerê zulm û tarî û dirindaneya terorîstan dike û niha hevkêşe li berjewendiya hêzên Pêşmerge hatine guhertin û terorîst li rewşa têkdan û têkçûnê ne.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem li gel pêkvejiyan û tebayetî û birayetiyê bûye û xebata li dijî dagîrkerî û zulm da kiriye û li tu rewşek de wê yekê qebûl nekiriye biçê nava şerê neteweyî û eşîrî. Di derbarê derketina terorîstên DAIŞ Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku siyaseta şaş ya Hikûmeta Bexda jîngehekî wiha dirust kir teror û DAIŞ geş bibe.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hêzên Pêşmerge heta têkşikandina tevahiya terorîstan ranawestin û li ser wan de serdikevin û wan şîretan jî da ku pêwîste ew kesên hevkarê terorîstan bûne bi tundtirîn awayî bêne siza kirin lê belê jiyana hemwelatiyan û ew xelkê peywendiya wan bi terorîstan re nebûye bêne parastin.
 

Nûçeyên têkildar