26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî beşdarî kongreya AK Partiyê bû û Davutoglu bû Serokê Giştî

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo yekemîn kongreya awarte ya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ya Tirkiyeyê hatibû vexwendin, û îro di wî kongreyî de beşdar bû.

AKP îro yekemîn kongreya xwe ya awarte ji bo hilbijartina serokê giştî yê partiyê û serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê li dar xist û Nêçîrvan Barzanî bi nûnerayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) wek mêvan beşdar bû, herwiha Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî ligel wî di wî kongreyê de beşdarî kir.

Li gorî AA, di 1em Kongreya Awarte ya AK Partiyê de, Ahmet Davutoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi hezar û 382 dengan bû Serokê Giştî yê AK Partiyê.

Yekem Kongreya Awarte ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Enqerê di Salona Werzişe ya Arenayê de bi yek rojevê hate lidarxistin. Dengdana bo hilbijardina serokatiya partiyê bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar