25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge bersiva Bayik da: Çawa tohmetbarên muxederatan niha behsa Pêşmerge dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bersiva Cemîl Bayik da û got balkêş e ku hinek kes bi xwe bi bazirganiya madeyên hoşber tohmetbar bin, niha wî mafê bidin xwe û navê Pêşmerge xirab bikar bînin, Hêzên Pêşmerge çend meh dibe wek qehremanan berevaniyê dikin çawa dikarin bibêjin Pêşmerge şer nakin.

Li ser daxwiyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ku gotibû; Pêşmerge nikarin şer bikin û fêrî vîla û bazirganiyê bûne, Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet got: “Pêşmerge her çi bin baştir e ji wêya wek Cemîl Bayik bi bazirganiya madeyên hoşber ve mijûl bin.”

Di vê derbarê de Helgurg Hikmet wiha axifî: “Îdîaya ku qaşo dibên tenê çekdarên PKK yan jî YPG’ê şer kirine nerast e û têkdan e, xwîna Pêşmergeyan li hemû eniyên şer rijiya ye.”

Piştî wêya Cemîl Bayik Pêşmerge bi wê yekê tohmetbar kirin ku ji ber vîla û bazirganiyê nikarin şer bikin, Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet bersiva wî da û got: “Daxwiyaniya Bayik ne di berjewendiya yekrêziya gelê Kurd de ye û bi şahidbûna hemû welatên cîhanê Pêşmerge berevaniyeke tam li Herêma Kurdistanê û navçeyê dikin.”

Hikmet da zanîn ku axaftinên Bayik ên derheqê Pêşmerge de nerast in û wiha pêde çû: “Armanc biçûkkirina navê Pêşmerge ye ku niha hemû dinya qala jîrbûn û azayetiya Hêzên Pêşmerge dike ku li beramber dewleteke terorîst şer dike.”

Helgurd Hikmet axaftina xwe wiha qedand: “Balkêş e ku hinek kes bi xwe bi bazirganiya madeyên hoşber tohmetbar bin, niha wî mafê bidin xwe û navê Pêşmerge xirab bikar bînin, zêdeyî 1050 km sînorê Hêzên Pêşmerge ligel terorîstan heye, çend meh dibe wek qehremanan berevaniyê dikin û niha li hemû eniyên şer Pêşmerge ber bi pêş de diçin, çawa dikarin bibêjin Pêşmerge şer nakin.”

BasNews
 

Nûçeyên têkildar