26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pentagon: Dê 7 welatên din jî çek û cebilxaneyê bidin Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Chuck Hagel ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de 7 welatên din jî dê çek û cebilxaneyê bidin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel, îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, jibilî alîkariyên Amerîka û Iraqê 7 welatên din jî dê çek û alîkariyên leşkerî bidin hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê.

Chuck Hagel diyar kir, ji bo ku bikaribin bilez alîkariyê ji hêzên kurdî re bişînin 2 hefte berê komeke hevkariyê bi pêşengtiya Amerîkayê hatiye avakirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê her wiha eşkere kir, dest bi xebata şandina çek û cebilxaneyê kirine bo Iraqê û got, di rojên bê de dê hinek welatên din jî tevlî vê yekê bibin.

Nûçeyên têkildar