Nêçîrvan Barzanî: Me ezmûnekî gelekî tal ligel hikûmeta Malikî heye

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî, derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna sazkirina hikûmata nû ya Iraqê de hemfikr in, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bicih bîne.
Civîna navbera şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlementoya Kurdistanê vê êvarê bi dawî hat. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna hikûmeta nu ya Iraqê de xwedî yek fikrê ne, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bîne cih û bi taybet jî aloziya derbarê benda 140 a destûra Iraqê û budçeya Iraqê zelal bike.
Barzanî, hare wiha got, “Piştevaniyakî baş a navneteweyî li dijî DAIŞê bo Herêma Kurdistanê hebû. Ji ber kû êriş tenê ne bo Herêmê ye, di heman demê de ev êriş li hemû mirovahî hatiye kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev 8 meh in hikûmeta Iraqê budce û meaş li ser Herêma Kurdistanê birîne û ji ber vê jî di warê aborî de zehmetiyên mezin kişandine û domand, “Em bi xwe tenê nikarin debara koçber û penaberan bînin cih. Divê warê de em piştevaniya hê mezin ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin.”
Li ser pirsa rojnamevanek jî Barzanî got, “Mijare bicihkirina benda 140 ya Destûra Iraqê bo me pir girîng e û ev yek di seriya nakokiyên herêmê de tê.”
Derbarê gerentiya navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Tu gerentî nîne, me ezmûnekî gelekî tal ligel hikûmeta Malikî heye, tenê ewe ku em vê care hêvîdarin ew şaşiyn berê di hikûmeta nû de dubare nebin.”




