Hikûmet û Parlamento li ser hemû pirsan yek helwîst bûn û sipasiya civaka navdewletî kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr û Cîgirê wî çûn Parlementoyê û li gel rayedarên Parlementoyê civiyan û herdu alî li ser hemû pirsan yek helwîst bûn û sipasiya civaka navdewletî kirin.
Îro her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qobad Talebanî çûn Parlementoyê û ligel Serokatiya Parlementoyê û herwiha Serokên firaksyonên nava Parlementoyê de civiyan.
Di civîna han de çendîn babetên taybet bi rewşa jiyana welatiyan û hin babetên din hatin giftûgo kirin.
Di destpêka hevdîtinê de, serokê Parlamantoya Kurdistanê, behsa kar û çalakiyên komîteyên nava Parlamentoyê kir, bo bidwadaçûna kêşeyên koçberan û Hêzên Pêşmerge û qerana darayî li Herêma Kurdistanê, kir.
Piştre Nêçîrvan Barzanî, behsa hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bo bi hewarçûna koçberan, û herdu aliyan rexne li helwîsta hikûmeta Iraqê girtin, derbarê pirsa koçberan, û herdu alî yek helwîst bûn li ser ewê ku Parlamento û hikûmet hewlên xwe zêdetir bikin bo peywendîkirin ligel welatên cîhanê û saziyên sivîl yên navdewletî, daku zêdetir agahdar bin ji kêşe û aloziyên koçberên Mesîhî û birsa jênosayda Şingalê.
Derbarê pirsa pêkanîna hikûmeta Iraqê jî, Parlamento û hikûmet yekhelwîst bûn ku pêwîste Kurd di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hevkariya aliyên din ên Iraqê bikin, bi wê mercê ku mafên rewa yên Gelê Kurd parastî bin, û divê niha mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.




