Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyê li biryara dadgeha Teksas dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li biryara dadgeha Teksas li Dewlwtên Yekgirtiyên Amerîkayê dike ku, dadgeha Teksasê biryara ragirtina gemiya yek milyon bermîlên nefta herêma Kurdistanê barkirî û li ser gilînameyeke hikûmeta Îraqê firotina wê nefetê ji aliyê dadgeha Teksasê ve hatibû desteserkirin, hilweşand .
Li gor biryara dadegha Teksasê ku, duhî ew biryar hat dan, dadgehê biryar di berjewendiya herêma Kurdistanê de da û gilîbameya hikûmeta Îraqê bo ragirtina hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Amerîkayê red kir.
Ev cara duwemîne gilînameyên wezareta neftê a hikûmeta ferderal a Îraqê li dijî hinartina nefta herêma Kurdistanê tên red kirin, yekemîn car di meha hizîrana îsal de dadgeha balaya federal a Îraqê, li Bexdayê, şikayeta hikûmeta Îraqê bo ragirtina firotina nefta Kurdistanê red kir û dadgehê daxwaza hikûmeta Îraqê weke”bervajiya yasayên karpêkiriyên Îraqê” da zanîn.
Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor vê mijarê got: “Em bi biryara duhî a dedgeha Teksasê kêfxweş in. Divê biryara dadgeha Teksas baweriyê bi kiryarên nefta xav ya herêma Kurdistanê li Amerîka û cîyên din bide.”
Hewramî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em hêvîdar in ku, biryara dadgeha Teksas dawiyê bi tevgerên wezareta nefta hikûmeta Îraqê bîne û êdî destêwerdanê di mafên aboriyên herêma Kurdistanê nekin. Herêma Kurdistanê bi awayekê qanûnî neftê berhemtîne, bar dike, bo derve dihinêre û li gor mafên herêma Kurdistanê yê di destûrê de hene û li gor yasayên navdewletî difiroşe. Em hêvî dikin hikûmeta Îraqê ku, nuha di pirosesa pêkanînê de ye, li hember mafên herêma Kurdistanê yên di warê neft û gazê de bigehe qenaetê û rê li pêşiya tevgerên neqanûniyên wezareta nefta Îraqê bigire.”




