26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Biryara Dadgeha Têksasê, kiryarên petrola Kurdistanê zêdetir dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryarderê komîteya petrol û xazê li xula berê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, biryara dadgeha Têksasê serkeftinekî mezine bo Herêma Kurdistanê û kiryarên petrola Kurdistanê zêdetir dike.

Dr. Rizgar Mihemed, biryarderê komîteya petrol û xazê li xula berê ya Parlamentoya Iraqê, ji KDP.info re ragihand: “Ji aliyê yasayî ve, ne gerek bû hikûmeta Bexdayê li dervey Iraqê gilî li Herêma Kurdistanê tomar kiriba, ji ber ku dadgeha fêdralî ew piris di berjewendiya Herêma Kurdistanê de yek alî kir.”

Dr. Rizgar got jî: “Biryara dadgeha Têksasê ya Amerkî serkeftinekî mezine ji bo Herêma Kurdistanê û vekirina dergehekî ye bi rûyê kompaniyên cîhanî da ku petrola Herêma Kurdistanê bikirin.”

Herwiha diyar kir ku, “tevî niha navçe ji ber şer hinekî aloze, lê ew biryar serkeftinekî yasayî ye bo Herêma Kurdistanê û bazara firotina petrola Herêmê jî firehtir dike.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li biryara dadgeha Teksas li Dewlwtên Yekgirtiyên Amerîkayê dike ku, dadgeha Teksasê biryara ragirtina gemiya yek milyon bermîlên nefta herêma Kurdistanê barkirî û li ser gilînameyeke hikûmeta Îraqê firotina wê nefetê ji aliyê dadgeha Teksasê ve hatibû desteserkirin, hilweşand .
 

Nûçeyên têkildar