Nazim Herkî: Pêwîste hemû berpirsên kêmtirxem ji Şingalê heta Celewle bên siza dan

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê serokê komîteya navxwe li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, yek ji wan raspardeyên ku Parlamento denig li ser daye ewe, ku pêwîste hemû berpirsên hêzên Pêşmerge ku di şer de kêmtirxem bûn, ji Şingalê heta Celewle, bi bê cudahî bên siza dan.
Nazim Herkî, cîgirê serokê komîteya navxwe li Parlamentoya Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Di civîna taybet bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêmê, parlamenteran deng li ser çend raspardeyekê dan, yek ji wan raspardeyan pêwîste hemû berpirsên hêzên Pêşmerge ku di şer de kêmtirxem bûn, ji Şingalê heta Celewle, bi bê cudahî bên siza dan.”
Nazim Herkî, got jî: “Di civînê de Parlamentoyê piştevaniya xwe ji bo serokê Herêma Kurdistanê derbirî, derbarê pêkanîna komîteyekê daku lêkolînê ligel hinek berpirsên ku kêmtirxemî kirine were kirin, heta ku bighên sizayê xwe.”




