Dîndar Zîbarî: Pêwîste Bexda alîkariyên darayî ji bo koçberan bişîne Herêmê

Hewlêr-KDP.info- Saziya tendirûstiyê ya cîhanî, heta niha bi qasî 13 milyon dolaran kelûpel ji bazarê kirîne û mehane 2 milyon dolar jî, bo penaberên Rojavayê Kurdistanê ji bazarên herêmê xeric dike. Dr. Dîndar Zîbarî jî dibêje, pêwîste Bexda alîkariyên darayî bo koçberên li Herêma Kurdistanê bişîne, û ji bo wê pirsê jî pêwîste Neteweyên Hevgirtî di warê siyasî de jî rola xwe bibînin.
Berpirsê ofîsa saziya tendirûstiya cîhanî li Rojhelata Naverast, Bakûrê Efrîqiya, Asiya naverast û Rojhelata Ewropayê bo hemahengiya zêdetir li pêşkeşkirina alîkariyên tendirûstî û xwarinê bo koçberan, serdana cîgirê berpirsê Fermangeha Peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dîndar Zîbarî kir û di wê hevdîtinê de saziya tendirûstiya cîhanî rewşa koçberan bi hestiyar wesif kir, û tekez kir ku ew dixwazin ji bo çareserkirina rewşa wan ligel hikûmeta Herêmê û welatên cîhanê kar bikin, û bo vê mebest jî tîmên wan amadene û pilanên gunaw jî danîne.
Ji aliyê xwe ve, cîgirê berpirsê Fermangeha Peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dîndar Zîbarî jî tekez kir ku pêwîste Bexda alîkariyên darayî bo koçberên li Herêma Kurdistanê bişîne, û ji bo wê pirsê jî pêwîste Neteweyên Hevgirtî di warê siyasî de jî rola xwe bibînin.




