26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Erdelan Nûredîn: Divê Bexda mûçeyê hemû mehan bişîne ji Kurdistanê re

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlamenterê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê dibêje, Wezîrê Darayî bi zimanê xwe biryar daye ku mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê yê 2 mehan, bişîne, lê em bi wê yekê razînabin û divê mûçeyê hemû mehan bi temam bişîne.

Endamê Parlamentoya Iraqê li ser frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) ji KDP.info re ragihand: “Birîna mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bûye beşek ji giftûgoyên pêkanîna kabîneya nû, Wezîrê Darayî jî behsa wê yekê kiriye ku mûçeyê 2 mehan bişîne, lê nikarin me bi wê yekê razî bikin û pêwîste mûçeyê hemû heyvan bidin, ji ber ku wana gelek pere xeric kirine û dixwazin bi me îmza bikin.”

Dr. Erdelan diyar jî kir, “Wezîrê Darayî tenê bi ziman gotiye, emê mûçeyê 2 mehan ji bo Herêma Kurdistanê bişînin, û heta niha jî nebûye biryar.”

Ev yek di demekê de ye, ku ev 8 mehin Bexda mûçeyê fermanberên Herêmê nedaye wan, û Herêm ji dahata petrolê û navxwe mûçeyê fermanberan xeric dike.

Nûçeyên têkildar