25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: DAIŞê nikare plana xwe biser bixe.. Zerîf: Îran piştgiriyê li we dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna digel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ragihand, DAIŞê nikare plana xwe biser bixe, û ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku Îran bi hemû awayekî pişevaniyê li Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro ji Bexdayê gehişte Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pres konferanseke hevbeş hat lidarxistin.

Di civîna çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê girîngiyeke zêde dide ewlekarî û asayîşa Iraqê û wek asayîşa xwe lê dinêre. Derbarê DAIŞê de jî Cewad Zerîf wiha axifî: “DAIŞ ji bo Kurd, Şîe, Sune û herwiha yên ku hevkariya DAIŞê jî dikin metirsî ye.”

Derheqa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî Zerîf nerînên xwe wiha anîn ziman: “Em hêvîdar in di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn. Herwiha Îran bi hemû awayekî piştgiriya Herêma Kurdistanê dike û em hêvîdar in pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di demeke herî nêzîk de werin çareser kirin.”

Di civîna çapemeniyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got: “Rêxistina DAIŞê nikare plana xwe biser bixe. Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftinên mezin bidest xistine û DAIŞ ber bi şikestinê diçe, niha Pêşmerge di qonaxa êrîşkirinê de ne û derbeyên dijwar li DAIŞê dane.”

Serok Barzanî got: “Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê de çek û alîkarî da Herêma Kurdistanê.”

Serok Barzanî tekez kir ku dê êrîşên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê berdewam bin û axaftina xwe wiha qedand: “Evna ji bo Kurdistanê şerefeke mezin e ku Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê DAIŞê bişkînin û hewldanên wê têk bidin.”

Li ser îdia û nûçeyên ku dibêjin, bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê û 200 pêşmerge jî dîl ketine destê çekdarên DAIŞê, Barzanî got, ew nûçe û îdia hemû derew in. Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

Nûçeyên têkildar