26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sibê AKP yekemîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya Tirkiyeyê dê sibê yekemîn konreya xwe awarte li dar bixe.

Piştî ku Serokwezîr û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan bû serokomarê Tirkiyeyê, ji ber wê jî biryar hat dayîn partî bi awayekî awarte kongreya xwe li dar bixe. Konreya sibê tê li darxistin.

Di kongreyê de serokê giştî yê AKPê tê hilbijartin ku tenê namzedek heye ew jî Wezîrê Derve Ahmed Davûtoglu ye.

Erdogan dê di kongreyê de wek serokê giştî axaftina xwe ya dawî bike û piştî wî serokê nû yê AKPê Davûtoglu dê biaxife. 

Nûçeyên têkildar