26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Carekî din çavê terorîstan bi bendava Mûsilê nakeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bendava Mûsilê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û careke din çavê terorîstên DAIŞ bi bendava Mûsilê nakeve.

Rêveberê ragihandin û hişyariya Wezareta Pêşmerge, Helgud Hikmet, ji KDP.info re ragihand: “Hîna bendava Mûsilê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û carekî din çavê terorîstan bi bendava Mûsilê nakeve.”

Helgud Hikmet got jî: “Mixabin bo tilivizyona Someriye News ku nûyeyên bi vî awayî belav dikin, ku qaşo bendava Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê hatiye kontrol kirin, ji ber ku ew nûçeye bi temamî ji rastiyê dûre.”
 

Nûçeyên têkildar