25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dadgeha Teksasê di berjewendiya Kurdistanê de biryar da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dadgeha wilayeta Teksasê ya Amerîkayê fermana desteserkirina keştiya petrola xav a Herêma Kurdistanê hilweşand.

Keştiya ku milyonek bermîl petrola Kurdistanê bar kiribû û li bendera Glavestonê ya eyaleta Texasê li benda valakirina barê xwe bû, ji ber şikayetên hikûmeta Iraqê bi biryara dadgeha Texasê hatibû rawestandin.

Li gor jêderên nûçeyan, dadgeha Teksasê li ser firotina petrola Kurdistanê ragehand ku tu binpêkirinek têde nîne li dijî yasaya Amerîka be û bi vê biryarê jî hikûmeta Bexdayê di wê doza xwe ya ku li dijî hikûmeta Kurdistanê tomar kiribû, wenda kir û Dadgehê di berjewendiya Kurdistanê de biryar da

Nûçeyên têkildar