26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Arif Qurban: Metirsî heye PKKê ji destê Apo derkeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî û nivîskarê Kurd, Arif Qurbanî, di wê baweriyê de ye ku êrîşên Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, bo ser Pêşmerge wê yekê nîşan dide ku komek baskên cuda di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) hebin.. Ew dibêje, tê gotin ku Bayik nêzîktire ji welatekî diyar kirî, bêtir ji Ocelan.

Arif Qurbanî, çavdêrê siyasî û nivîskarê Kurd ê nêzîkî Yakîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), bi pêwîstî dizane ku Tirkiyê ji bona serxistina aştiyê li welatê xwe kar bike da ku ew hêza di nava PKKê de ku baweriya wê bi aştiyê heye, lezê bike bo azadkirina Ocelan, ji bo ku ev hêz ji desê Apo dernekeve, yana wê têkeve destê xelkên din.

Di hevpeyvîna xwe ya dawî de, Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, gotiye: Pêşmerge ji ber pere û xaniyan hestê wan bo şer û berevaniyê li welat nemaye.

Çavdêrê siyasî û nivîskarê navdar, Arif Qurbanî, di vê barê d ji KDP.info re ragihand: “Gotinên Bayik ne di wextê xwe de bûn, ji ber rastiyek heye nabê were veşartin, hestiyarek di navbera hêzên siyasî yên Başûr û Bakûrê Kurdistanê de heye, lê vî şerê dawî lihevnêzîkbûnek çêkir, lê ev gotinên Bayik me vedgerînin rewşa berê. Niha rewşekî taybet li Başûrê Kurdistanê heye, hêvîdarim di vê rewşê de tu axavtin û daxuyaniyek nebe birîn di laşê welat de.”

Gurbanî dibêje: “Di nav hêzên siyasî yên Kurdî de, awayek ji belavbûn bi ser hêzên herêmî heye, tevî ku Apo li Îmralî ye, û bi xwe serperiştiya pêvajoya aşîtiyê dike, lê dibe ku komek baskên cuda  di nava PKKê de hebin, ku ji aliyên din ve tên arastekirin, tê gotin Cemîl Bayik nêzîktire ji welatekî diyarkirî, bêtir ji arasteya Ocelan, ev jî wê yekê ji mere xuyadike ku ji aliyekî ve omîdî di nav Kurdan de heye ji aliyê dîblomasî ve karî li ser astê navdewletî serkeftinê bi dest bixe, lewra hinek welat hêvîdikirin ku Kurd berê xwe bidin wan, ne hêzên navdewletî.”

Arif Qurbanî, çavdêrê siyasî û nivîskarê navdar, bi pêwîstî dizane ku Tirkiyê ji bona serxistina aştiyê li welatê xwe kar bike da ku ew hêza di nava PKKê de ku baweriya wê bi aştiyê heye, lezê bike bo azadkirina Ocelan, ji bo ku ev hêz ji desê Apo dernekeve, yana wê têkeve destê xelkên din.

Nûçeyên têkildar