Serok Barzanî îmza kir.. Yekxistina hemû hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi taybetî hêzên (70-80)

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê du biryarên derbarê jiyan û rewşa pêşmerge û hêzên navxwe ên Herêma Kurdistanê îmza kir, ji wane jî yekxistina hemû hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi taybetî hêzên (70-80).
Piştî ku parlemana Kurdistanê du biryarên derbarê jiyan û rewşa pêşmerge û hêzên navxwe ên Herêma Kurdistanê der kirin û bi îmzeya serokê parlemanê bo serokayetiya herêma Kurdistanê hate şandin, doh Serokê Herêma Kurdistanê her du biryar îmza kirin.
Sebaret bi naveroka ew her du biryarên parlemanê jî, jêderekê ji nivîsgeha parlemanê got: “Ev biryar 12 xalan li xwe digre ew jî taybetin bi niştimanîkirina hêzên pêşmerge û navxwe ye û dabînkirina amêr û keresteyên pêwîst bi karên wane. Her weha yekxistina hêzên ewlekariyê li navçeyên hevbeş ên Kurdistanî ku pêştire li derveyî rêveberiya herêmê bûne û li gel çend xalekî din ên giring.”
Li ser biryara taybet a pêşmerge jî wê jêderê got: “Di vê biryarê de 21 xalên giring hene, ji wane jî pêwîste wezareta pêşmerge yekem wezaret bê ku mûçeyên xwe werbigre, her weha serfkirina dermaleya metirsî bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. Yekxistina hemû hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi taybetî hêzên (70-80) di çarçoveya wezareta pêşmerge di 6 mehan de.”
Her weha yek ji biryarên dinê jî; dabînkirina xwarina tendirust bo hêzên pêşmerge. Pêwîste hikûmeta herêmê erkê tedawiya birîndaran hilde ser xwe. Pêwîste hemû ew çek û amêrên serbazî ku ketine destê hêzên cuda cuda vegerînin bo wezareta pêşmerge, li gel çend xalekî dinê.




